"Bila nexweş, kalûpîr û zarok dernekevin derve"

Share
"Bila nexweş, kalûpîr û zarok dernekevin derve"
Anzele- Amed- germahi

Bi guherina keşûhewayê ra germahîya hewayê gihiştîye asteka metirsîyê.

Li hin bajarên Bakurê Kurdistanê germahîya zêde xelkê bêzar kiriye.

Bajarê Amedê jî yek ji wan deveran e ku pileyên germê gihîştîye asteka krîtîk.

Rayedarên meterolojîyê hişyarî li welatîyan dikin ku di seatên nîvro da dernekevin derve.

"Di bin rîskeka zêde de ne"

Li gor nûçeya Rûdawê, Serokê Beşa Kardiyolojiyê ya Zanîngeha Dicleyê Prof. Dr. Nizamettin Toprak jî li ser germa zêde van hişyarîyan dike:

Bi taybetî kesên nexweş, kalûpîr, zarok û pitik di bin rîskeka zêde de ne. Heta neçar nemînin di navbera seat 11.00 û 15.00an da dernekevin derve. Dema derketin jî divê xwe bi sîwan û şevqeyan xwe biparêzin.

Dr. Nizamettin Toprak

Li gor Sazîya Meterolojîya li Bakurê Kurdistanê germahî berdewam dibe û heta dawîya meha tîrmehê li hinek bajarên dê bigihije 47 pileyan.

Read more