Kurd li Bajarî ne Podcast: Çima dêya min ji meta min fêm nake!
Qenala Podcastan ya bi navê "Kürtler Şehirde (Kurd li Bajarî ne)" 25 beş in behsa çîroka Kurdan a
Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Abdullah Zeydan piştî serkeftina xwe ya duduyan ku mazbataya wî dabûn berbijêrê Ak Partîyê, spasî kir ji bo her kesê ku li ber xwe daye û piştgirî daye.
Abdullah Zeydan li ser hesaba xwe Xê peyamek belav kir û spasîya xwe anî ziman ji bo her cure piştgirîyê.
"Ez spasîya xwe bo tevan dikim ku piştgîrî dane me; di serî da ji bo xelkê me yê birûmet ku bi awayekî muhteşem li îradeya xwe xwedî derket, bo hevserokên me yên giştî, Leyla Zana, Ahmet Türk, Başak Demirtaş, bo wekîl û hemî hevrêyên me yên partîyê, bo birêz Demirtaş ku piştgirîyeka mezin da, bo birêz Mızraklı, birêz Kışanak, birêz Figen Yüksekdağ, birêz Sabahat Tuncel, bi ser birêz Bekir Kaya ra ji hemî girtîyên sîyasî re, bo hemî xelkê Tirkîyeyê yên ku li kêleka demokarasî edalet û hiqûqê sekinîne, bo kedkarên çapemenîyê, bo hemî partîyên sîyasî çi çepgir çi rastgir yên li kêleka hiqûq û edaletê sekinîne û bo temsîlkarên STKyê. Biryara YSKyê edalet û hiqûq esas girt, hêviya ji bo tesîskirina hiqûqê, bicihanîna jiyaneke aştiyane û îradeya jiyana azad û birûmet a bi hev re xurt kir. Êdî dem dema xizmetê ye. Bila şik û gumana tu kesê nebe ku em dê xizmeteka hêjayî gelê xwe nekin."
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...