Aforoz dê li 4 festîvalên navneteweyî bê nîşandan

Share
Aforoz dê li 4 festîvalên navneteweyî bê nîşandan
de8c5ccf-d8ec-4414-8711-29ea954c0cfc-1-e1681816556313-1

Kurtefîlma Aforozê ku aliyê Yilmaz Ozdîl ve hatiye nivîsîn û derhênan, dê li 4 fîlmefestîvalên navneteweyî bê nîşandan.

Aforoz, dê li International Tour Film Festival (Îtalya), Cinema Rural Al Pallars (Spanya), Figari International Short Film Market (Îtalya), Festival International de Cinéma et de Mémoire commune (Fas) bê nîşandan.

Fîlma Arofozê Sibata 2022yan li Hîzana Bidlîsê hatibû teswîrkirin. Aforoz bi alîkarî û piştevaniya saziyên Sivil Düşün û Culture Civicê hatibû duristkirin.

Derhêner Yilmaz Ozdîl bi kurtefîlma xwe ya Barê Giran jî salên borî beşdarî gelek fîlmefestîvalên navneteweyî bûbû û gelek xelat bi dest ve anîbûn.

Demek berê Derhêner Yılmaz Özdil ji Botan Times ra li ser kişandina Aforozê axivibû.

Di eslê xwe da ev kurtefîlm projeyeke bi heman navî ya metrajdirêj bû. Min nikarîbû vê fîlmê dirêj bikêşim ji ber nebûna fînansmanê. Ez jî mecbûr mam kurtefîlma wê bikêşim. Bes ev proje çend sal berê niha projeya metrajdirêj di festîvala Enqereyê da xelata jurîyê wergirtibû û ketibû nav 10 projeyên Köprüde Buluşmalara Stenbolê jî.

Derhêner Yılmaz Özdil

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/yilmaz-ozdil-mecbur-mam-aforoze-weki-kurtefilm-bikesim-1.html

Read more