Akademîya Îsmaîl Beşîkcî ya biharê dest pê dike
Akademîya Îsmaîl Beşîkcî ya serdema biharê ya 2023yan, bi babeta "Di Sedsala 21ê da Nomosa Kurdistanê" dest pê dike.
Di çarçoveya bernameya akademîya biharê da dê lêkoler Omer Tekdemîr, Neşe Ozgen, Arzu Yilmaz, Mustafa Zengîn, Celîl Kaya, Mehmet Kurt û Can Şeker babetên muxtelîf pêşkêş bikin. Herwiha kordînatorîya bernameyê Can Şeker bike.
Bername dê di navbera 8ê Tîrmehê û 12ê Tebaxê da bi awayekî onlayn pêk bê û bername dê 6 hefteyan dewam bike.
Serlêdanên bo bernameyê 2yê Tîrmehê dest pê dikin.
Ji bo serlêdan û hûrgilîyên derbarê bernameyê lînkê bitikînin.

Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî (WÎB)
Li ser navê Dr. Îsmaîl Beşîkcî ku temenê xwe li ser xebatên Kurdî, bi awayek azad vegotina fikarên rexneyî û ji bo parastina azadiyên akademîk feda kiriye, bi armanca vejandina têkoşîna wî, xebatên wî û rêbaza wî ya zanyarî di sala 2011an de hatiye avakirin.