B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Gera 2023ê ya Akademiya Podcastê dê li Diyarbekirê û Mêrdinê perwerdeya podcastan bide.
Avakarên PodcastKurdîyê, Rojnameger Rabîa Çetîn û Mehmed Salîh Bedirxan di bernameyê de dê perwerdeya çêkirina podcastan bidin.
Rojnameger Berîl Eskî, Avakarê Podfreshê Uraz Kaspar, Aykut İbrîşîm û İlkan Akgul jî dê perwerdeyê bidin.
Perwerdeya Podcastê dê 11ê Sibatê de li Diyarbekirê û di 12ê Sibatê de jî li Mêrdînê be.
Podcast Akademî, yekem dezgeha herî mezin a podcastê û ku bi hejmareka zêde ya beşdaran li Tirkiyê perwerdehiya podcastê dide dest bi gera xwe ya perwerdeyê kiriye.
Perwerdeya sala borî bi bi piştgiriya Friedrich Ebert Stiftungê dest pê kiribû û îsal jî wê perwerdehiya sala 2023an a li Diyarbekir û Mêrdînê dest pê dike! Tîma Podcast Kurdî wê di kargehên rojên 11 û 12 Sibatê de bên lidarxistin de bi me re bin û beşek ji perwerdeyê bi kurdî bidin beşdarên kargehan.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...