Alîgirekî Amedsporê ji poşet ji xwe ra formayek  çêkirîye

Alîgirekî Amedsporê ji poşet ji xwe ra formayek  çêkirîye
Amedspor

Alîgirekî Amedsporê yê ku li derveyî Amedê dijî piştî ku nekarî formaya tîma xwe bi dest bixe formayê bi xwe çêkiriye.

Wî alîgirî, amblema tîma xwe li ser kaxizekî A4 xêz kiriye, ew bi poşetekî ve zeliqandiye û wekî forma li xwe kiriye.

Wêneyê wî aligirî li ser medyaya civakî deng veda û hin kesan ji rêvebirîya Amedsporê xwestin ku tîm formayekî wekî dîyarî ji wî alîgirî ra bişîne.

Amedsporê meha borî ji bo rabe lîga 1ê play-offê lîstibû lê bi ser neketibû. Ew tîm niha di lîga 2yê da Koma Sipî da dilîze.

Çavkanî: AmîdaHaber

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.