B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Ben Hubbard û Şafak Timur
Tevgerên rayedarên Tirkîyeyê yên dawîn nîşan didin ku derfetên axaftinên aştîyê yên nû hene. Li gorî çavdêran, digel êrîşa li ser Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) jî, hikûmet li ser rêya xwe ya nû berdewam dike.
Devlet Bahçelî, ku berê bi tundî li dijî her cure nermîyê bû, niho helwesteka cuda nîşan dide. Serokê MHPyê di axaftina xwe ya li parlamentoyê de pêşniyareka balkêş ji Abdullah Öcalanî re kiriye. Li gorî vê pêşniyarê, heke Öcalan were parlamentoyê û dev ji çekdarîyê berde, dikare rê li ber azadîya wî vebe.
Bahçelî, ku berê navê "kujerê zarokan" û "serokê terorîstan" li Öcalanî dikir, vê carê bi awayekê cuda nêzîk bûye. Wî di civîna partîya xwe de gotiye: "Bila were parlamentoyê û daxuyîne ku teror bi temamî qediyaye û rêxistin hatiye betalkirinê."
Di destpêka vê meha Çirîya pêşînê de, dema ku parlamentoyê dest bi xebatê kir, parlamenterên MHPyê li kêleka parlamenterên DEM Partîyê rûniştin. Piştî hingê, Bahçelî bi xwe çûye û dest daye wan. Ev yek di dîroka parlamentoyê de bûyereka girîng tê hesibandin.
Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdoganî jî piştgirî daye vê pêvajoyê. Wî bangeka aştîyê kiriye û gotiye ku hêvîdar e "pencereya derfetan" ya ku hikûmetê vekiriye neyê girtin. Di axaftina xwe de, Erdoganî diyar kiriye: "Em dixwazin Tirkîyeyeka bê teror û şidet ava bikin. Em ê vê yekê bi hev re pêk bînin."
Berî êrîşa li ser TUSAŞê, hikûmetê destûr daye ku birazîyê Öcalanî, parlamenterê DEM Partîyê Ömer Öcalan, serdana mamê xwe bike. Ev dîtina yekem e ku di sê salên dawîn de pêk hatiye. Di vê hevdîtinê de, Öcalanî peyameka erênî daye: "Tecrîd berdewam e. Lê heke şert û merc pêk werin, ez xwedî hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şidetê derxim û bînim qada huqûqî û siyasî."
Roja çarşemê, li ser avahîya TUSAŞê êrîşeka çekdarî pêk hat û di encamê de 5 kes mirin. Hikûmetê PKK berpirsiyar dît. Lê li gorî Mehmet Ali Kulatî, pisporê siyasî yê li Enqereyê, ev êrîş bandoreka neyînî li ser pêvajoyê nekiriye. Wî gotiye: "Rayedarên Tirkîyeyê ji berê ve li ser vê mijarê dixebitin û ji bo astengîyan amade ne."
Tuncer Bakirhan, hevserokê DEM Partîyê, di hevpeyvîneka taybet de gotiye ku digel van tevgerên nû, hikûmetê hêj dest bi gotûbêjên fermî nekiriye. Wî daxuyandiye ku partîya wan amade ye ji bo gotûbêjan, lê gelek xal hene ku divê bên zelal kirin:
Özgür Unluhisarciklî, birêveberê nivîsgeha Enqereyê ya German Marshall Fundê, sê sedemên sereke yên vê vebûnê destnîşan kiriye:
Li gorî Unluhisarciklîyî, dema ku mijar were ser çareserîyê, rengê wê dikare ev be:
Çavkanî: Botan Times, New York Times
Çirîya pêşîn 24, 2024
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...