Aram Dildar dê li Wanê Stand-Upa xwe bike

Share
Aram Dildar dê li Wanê Stand-Upa xwe bike
Ji bo malpera nû (1)

Derhêner, senarîst û lîstikvan Aram Dildar dê li Wanê Stand-Upa xwe "Ne Wisa Ne jî Wilo" pêşkêşî bînerên xwe bike.

Aram Dildarê ku van salên dawî bi kurtefilmên xwe yên kurdî (Navnîşan & Hazirîyek Bo Derengmayînê) bi dehan xelat wergirtibûn, berê xwe dîsa daye Stand-Upê.

Dildar di Stand-Upa xwe da balê dikêşe ser têkilîyên navbera du nifş û du serdeman, wekî çavdêrekî civakê, hinek li ser derdor û heyata xwe ya şexsî hinek jî li ser civakê bi zimanekî hurgilîbêj û henekî performansa xwe pêşkêş dike.

Dildar li Wanê, 23yê Mijdarê li ŞanoWanê, saet 19:30an dê li pêşberî hezkirîyên xwe be.

Derhêner Aram Dildarî li ser hesabên xwe yên sosyal medyayê dabû zanîn ku ew dê dîsa dest pê Stand-Upê bike. Wî di peyama xwe da anîye ziman ku cesareta xwe ji geşbûna şanoya kurdî û mîzaha kurdî wergirtîye ku ew li Stand-Upê vegere. Senarîst Dildarî herî dawî sala 2008an Stand-Upek kiribû û ew 4 caran deketibû pêşberî bîneran.

Ji bo peydakirina bilêtan bitikîne.

Read more