Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Li Sûriyeya Bakur, hêzên çekdar ên Tirkiye piştevana wan e bi balafirên şerî êrîşî bajarê di bin kontrola Kurdan de kirine. Ev yek bûye sedema şerê di navbera hevalbendên NATOyê de.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) beşeka mezin a bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi rêveberiyeka xweser bi rê ve dibe. HSD di şerê li dijî DAIŞê de roleka girîng lîstiye û bûye hevalbenda sereke ya DYAyê li herêmê.
Li gorî çavkanîyan, roja şemiyê li bajarê Minbicê şer di navbera komên çekdar de derketiye. Ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 22 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne. Droneka Tirkiyeyê ya "kamîkaze" li bingeha leşkerî ya Kurdan teqiyaye.
HSD niho piraniya herêmên bakur-rojhilatê Sûriyeyê kontrol dike. Li van herêman rêveberiyeka sivîl a xweser hatiye avakirin. Bi piştgiriya 900 leşkerên DYAyê, HSD hem ewlekariya herêmê diparêze hem jî operasyonên li dijî DAIŞê berdewam dike.
Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê Lloyd J. Austin III û hevtaya wî ya Tirkiyeyê Yasar Guler li ser rewşê axivîne. Her du alî li ser pêwîstiya hevahengiyê li hev kirine. DYAyê di heman demê de fêmdariya xwe ji bo "endîşeyên ewlekariyê" yên Tirkiyeyê nîşan daye.
DYA û Tirkiye di nav NATOyê de hevalbend in. Lê belê, piştgiriya DYAyê ji bo Kurdan bûye sedema nakokiyan. Tirkiye Kurdan wek gef li ser ewlekariya xwe dibîne û ji bo vê yekê herêmeka tampon ava kiriye.
Sinam Mohamad, nûnera herêma xweser a Kurdan, gotiye ku ew naxwazin şer li herêmê berdewam bike. Wê diyar kiriye ku Tirkiye û hêzên wê hewl didin nakokiyên nû derxin holê.
Nivîskar: Eve Sampson
Çavkanî: Botan Times The New York Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...