Axaftina kurdî li Girtîgeha Şirnexê qedexe ye!

Axaftina kurdî li Girtîgeha Şirnexê qedexe ye!
Ji bo malpera nû - 2024-08-12T133857.932

Rêveberîya Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê axaftina kurdî ya li ser telefonê, li malbat û girtîyan qedexe kirîye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, piştî ku hatîye zanîn li girtîgehê axaftina kurdî qedexe ye, parêzer Fadil Tay ji bo piştrastikirina vê yekê çûye girtîgehê û ligel girtîyan hevdîtin kirîye.

Parezer Tay derbarê meseleyê da wiha gotîye:

“Me bi girtîyên sîyasî û edlî re hevdîtin kirin. girtîyan got ku midûrê girtîgehê guherî ye û bi vê yekê re zext û êriş zêde bûne. Kiryarên midûrîyeta nû ya girtîgehê li dijî qanûn, hiqûq û wijdanê ne. Girtîyan got; ‘Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku midûrîyetê ji me re got hin nikarin li ser telefonê bi kurdî biaxivin.’ Ev zext, hem li dijî destûra bingehîn hem jî li gorî qanûna girtîgehê xelete. Mafeke wan ê wisa tune ye û ev yek dermirovtî ye. Ev bi tena serê xwe îşkence ye.”

Ji bo berdewamîya nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bitikîne.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.