Aysel, Kurtefîlma Ser Têkoşîna Tugluk Hat Weşandin

Share
Aysel, Kurtefîlma Ser Têkoşîna Tugluk Hat Weşandin
WhatsApp Image 2022-12-13 at 11.23.15

Derhêner Nesrîn Olmez û Rojnameger Mehveş Evîn ser sîyasetmedar Aysel Tugluk kurtefîlmek çêkirin.

Kurtefîlm, ku navê wê Aysel e û ser jîyan û têkoşîna Tuglukê ye, bi piştgirîya Komeleya Wekhevî û Hevkarî ya SESê hatiye amadekirin.

Ew kurtefîlm li ser hesabê Youtubeê ya Komeleya Wekhevî û Hevkarî ya SESê hat weşandin.

Di fîlmê de, sîyasetmedar û aktîvîstên wek Eren Keskîn, Sirri Sureyya Onder, Reyhan Yalçindag û Ahmet Turk behsa têkoşîna Tuglukê dikin.

Aysel Tugluk di sîyaseta Kurdan de jina pêşî ye ku wek hevserok kar kiriye.

Di sala 2005an de, Aysel Tugluk û Ahmet Turk bûbûn hevserokên Partîya Kongreya Civakî (DTP).

Tugluk di sala 2011an de bi ragihandina xweserîya demokratîk ketibû rojeva Tirkîyê.

Sîyasetmedar Tugluk di sala 2016an de ketibû hepsê û di rojên borî de jiber nexweşîya demansê hat berdan.

Read more