B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan got ku ew rovanşa bı qeyuman re red dike.
Babacan li mîtînga Saraçxane ya Stenbolê dîyar ku li şaredarê bajêr Ekrem Îmamoglu neheqî tê kirin.
Wî da zanîn ku Seroka Stenbolê ya Partîya Komarî ya Gel (CHP) Canan Kaftancioglu û Serokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi binpêkirina hiqûqê re rûbirû mane.
Bi berdewamî, Babacan got ku bi wezîfedarkirina qeyuman rovanş tê sitandin û dîyar kir ku ew dijî vê rewşê ye.
Piştî dadgeheke Stenbolê cezayê zindanê li Îmamoglu birî qeyum careke din ketin rojeva Tirkîyê. Qeyum herî zêde li bajar û bajarokên Kurdan hatine wezîfedarkirin.
HDP, ku wek partîyeke pro-Kurd tê naskirin, dide zanîn ku bi hilbijartinên herêmî yên 2019an 65 şaredarî ketine destê wê, lê hikûmetê bi qeyuman dest danîye ser 48 şaredarîyan. Di halê hazir de di destê HDPê de bi tenê 6 şaredarî mane.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...