Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Baca xebitandinê ya taybet (OTV) ku di firotina sotemeniyê da tê stendin, hat zêdekirin.
Zêdekirina baca sotemeniyê a bi biryara serokkomar di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket merîyetê.
Piştê biryarê li Tirkîyeyê baca lîtreyeke benzînê derket 7.52 lîreyan û ya motorînê jî derket 7.05 lîreyên Tirkan.
Niha nirxê lîtreyek benzînê bi 35.90 lîreyan, lîtreyek motorîn bi 33.18 lîre û gaza otomobîlan jî bi 15.91 Lîreyên Tirkan tê firotin.
Beriya biryarê ji her lîtreyek benzîn 2.52 lîre û ji her lîtreyek motorînê jî 2.05 lîre bac dihat wergirtin.
Biryara ku îro ket merîyetê di nava xelkê da jî deng veda. Li ser Twîtterê Taga'kontag bigre' "KontakKapat" hat vekirin û di listeya Twîtterê da ket rêza yekemîn.
Heta niha derbarê biryarê da nêzîkî 44 hezar Tweet hatine belavkirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...