B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about

Bi nêzîkbûne hilbijartinên giştî û yê serokkomariyê li Tirkiyeyê rojeva sîyasî jî germ dibe.
Ji niha de tê miraqkirin gelo wê hilbijartin di 18e Hezîranê de ango di demeke zutir de çêbibe.
Li ser vê mijarê ji aliyê hikûmetê hîn nirxandin hatibûn lê vê carê hevkarê hikûmete, Serokê Partiya Tevgera Netweperest (MHP) Devlet Bahçelî jî li ser vê yekê nêrînên xwe parvekir.
Bahçelî dibêje, “ji bo hilbijatinan dema herî guncav demsala biharê ye, her wiha demsala sindokan û demsala hilbijartinê ye”
MHP li Tirkîyê wek partîya Netewperestên Tirk tê naskirin. Li parlemena Tirkîyeyê ya bi 600 kursî 48 parlamanterên MHPê hene.
Serokê MHPê Devlet Bahçelî ji sala 1997an vir ve serokatiya partiyê dike.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...