Bahoz Baran: 'Rastnivîser' ji bo kurdî dê bibe şoreşek

Bahoz Baran: 'Rastnivîser' ji bo kurdî dê bibe şoreşek
Bahoz Baran, Wêne: Arşîva Bahoz Baran

Di vê serdema ku hêj perwerdehiya bi zimanê kurdî tune ye de, weşanxaneyên li Bakurê Kurdistanê bi gelek astengiyên bingehîn re rûbirû ne.

Pirsgirêkên mîna nebûna budceyê, kêmasiya edîtor û redaktorên profesyonel û tevliheviya di rastnivîsînê de, rasterast bandorê li kalîteya weşanên kurdî dikin.

Zimanzan, nivîskar, edîtorê Weşanên Wardozê û endamê Komxebata Kurmanciyê ya Weqfa Mezopotamyayê Bahoz Baran, di vê hevpeyvînê de balê dikişîne ser xebatên standardkirina kurdiya kurmanciyê, projeya bernameya "Rastnivîser"ê û rola jîriya çêkirî (AI) di arşîvkirina çanda devkî û folklorê de.

Bahoz Baran: ‘Rastnivîser’ Will Be a Revolution for Kurdish
In an era where education in the Kurdish language is still non-existent, publishing houses in Northern Kurdistan face numerous fundamental obstacles. Issues such as budget deficits, a shortage of professional editors and copyeditors, and ongoing orthographic inconsistencies directly impact the quality of Kurdish publications. In this interview, linguist, author,

“Edîtor û redaktorên baş bi tilîyan tên jimartin”

Di piraniya weşanxaneyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê de kesên ku pirtûkan hazir dikin, edîtor/redaktor û xwediyê weşanxaneyê heman kes in; bi nêrîna te sedema esasî tenê nebûna budceyekê ye ji bo van merheleyan an xemsariya weşanxaneyan jî di vê mijarê de sedemeka din e?

Bahoz Baran, dema dixebite, arşîva Baranî

Yek jê ji ber bêderfetî û aborîyê ye. Jixwe gelek mirov pirtûkan naxwînin, îcar dema ku em behsa xwendina pirtûkên kurdî dikin, rewş xirabtir dibe? Li Bakurê Kurdistanê ji %99 kurdan bi xwendin û nivîsîna bi zimanê xwe nizanin. Bi qasî ez pê dizanim li dora 5-10 hezarî xwendevanên kurdî hene. Ku tu li gorî 30 milyon kurdî hesab bikî, ev nake % 0,1 jî. Ji % 0,1 bûya divê 30 hezar xwendevan hebûna. Sazî û dezgehên kurdan jî ne xwedî pirtûkxaneyan in ku ji weşanxaneyan pirtûkan bistînin û dayînin pirtûkxaneyên xwe. Meseleya edîtorî û redaktorîyê li hêlekê, divê em ji xwe bipirsin, gelo ev weşanxane çawa li ser lingan dimînin û dê bimînin?  

Bi giştî pirtûkên kurdî nayên xwendin û daxwazeka zêde jî tune ye, xwendevanên kurd zêde jî nabin; loma weşangerîya kurdî tim tengav dibe û zêde mezin nabe. Dema ku weşanxane edîtorî, redaksîyon, bergsazî û mîzanpajê li derve bide çêkirin, her yek ji wan mesrefek e û dibe bar li ser weşanxaneyê. Ya rast li derve edîtor û redaktorên baş hebin jî pir kêm in, bi tilîyan tên jimartin. 

Ku weşanxane li gorî derfetên xwe van karan baş bike, kesên li derdora xwe perwerde bike, zêde ne mesele ye, lê dema ku weşanxane xwe bi hin kesan ve girê bide, xwe bi pêş nexe û amator bimîne, ev yek zirarê dide weşanxaneyê û weşangerîya kurdî. Lê divê mirov asta xwe yek carî nexe, em dibînin carinan pirtûkan naxwînin, edîtorî nakin û dişînin çapê. Ev yek bi giştî nirxê weşangerîya kurdî kêm dike. Weşanxane dosyayan baş naxwînin, nanirxînin, kêmasîyên nivîskaran ji wan ra nabêjin, bi wan danakevin, yan dibêjin erê em çap dikin yan jî dibêjin na em çap bikin, lê di rastîyê da weşanxane divê wekî dibistanan bin û nivîskaran perwerde bikin. Hin berg hene mirov naxwaze li wan binêre. 

Mirov xwe bi tenê kesekî ve girê bide jî nabe, ew kes nexweş bikeve yan jî bimire, ew kar tev li erdê dimînin. Divê weşanxane bikarin wan kesan bigihînin. Hin weşanxane herçiqas rewşa wan baş be jî ne xwedîyê wê ferasetê ne ku edîtor, redaktor, mîzanpajger û bergsazan bigihînin. Di nav karê weşangerîya kurdî da bi giştî amatorî û bêvîzyonîyek heye. Profesyonelî kêm e.  

“Tu zimanek ji ber xwe ve standardîze jî nabe”

Di weşangeriya kurdî de standardkirina rastnivîsînê wekî mijarek sereke ku hêj nehatiye çareserkirin xuya dike. Weqfa Mezopotamyayê Rêbera Rastnivîsînê amade kiribû, ev çend sal in hewl dide ferhenga rastnivîsîna kurmancî amade bike. Herî dawî jî Ferhenga Rastnivîsînê a dijîtal da nasîn. Herwiha van salên li dû me mayî bi tevkariya Weqfê bi weşanxaneyên kurdî re civîn jî çêbûn. Li gor te rewş niha çi ye û ber bi ku derê ve diçe? 

Bahoz Baran li ber kitêba xwe û logoya Weşanxaneya Wardozê

Ev meseleyeka giring e. Eger tiştekî we tune be û wekî ku hebe hûn tev bigerin, hûn ê gelek şaşîyan bikin. Gelek kes dibêjin qey Rêbereka Rastnivîsînê, Ferhengeka Rastnivîsînê ya kurdîya kurmancî heye, lê tu rastîyê bixwazî heta van salên dawî jî tune bû û hîn li ber destê gelek kesan tune ye, hebe jî hin kes bi kar nayînin. Gelo ew kes çawa ewqas rê û rêçikên zimanî û rastnivîsîna peyvan, bêyî ku pirtûkek hebe, di hişê xwe da digirin? Pirtûkan, nivîsan çawa redakte dikin? Em nizanin. Kesek nikare hemû rê û rêzikên zimanî di hişê xwe da bigire û rastnivîsîna hemû peyvan bizane. Eger hûn bikevin nav hişê wan kurdan, hûn ê rastî tevlihevîyeka mezin bên. Li wir kaos heye. Mirov pirtûkekê digire destê xwe, hema ji rûpelê ewil da şaşî dest pê dikin. Rê û rêçikên zimanî di pirtûkê da hev nagirin, li ser meseleyê di rûpelekî da gotîye “hevdu” di yekî din da gotîye “hevûdu” di yeka din da gotîye “hev”. Di rûpelekî da navê zimanî biçûk nivîsîye di yekî da mezin. Di hejmarekê da ji bo gireyê veqetîne dabir bi kar anîye, di yekê da dabir bi kar neanîye. Navên mehan hev nagirin di pirtûkê da. Lêker bi awayên cuda hatine nivîsîn. Ez dikarim hezar şaşîyî bihejmêrim. Ev şaşî dikevin ser hev, belav dibin û zirareka mezin didin zimanê me. Ev tevlihevî ne tenê di qada weşangerîyê da, di qada medyayê da jî heye û di nav sazî û dezgehên me da jî heye. Ez dikarim mînakekê jî bidim, li Amedê Kolana Mastfiroşê heye, tabelaya wê şaş hatibû nivîsîn, “Mastfroş” nivîsîbûn. Ew şaşî li wê taxê bi tevahî belav bû, li ser gelek tabela û qertan hîn jî ew şaşî heye. Di warê rastnivîsînê da rêberek tune be mirov winda dibe û geremolek derdikeve.  

Kurdî ketîye qada nivîsê û belav dibe, di qada nivîsê da ku Rêbera Rastnivîsînê, Ferhenga Rastnivîsînê tune be, nabe. Tu zimanek ji ber xwe ve standardîze jî nabe. Celadet Alî Bedir-xanî li ser zimanê me karên hêja kirine, lê wî bi xwe Rêbera Rastnivîsînê, û Ferhenga Rastnivîsînê amade nekirîye. Ew kar mane li ser milên me. Ev kar bi kesekî tenê jî nabe, karê koman e, karê sazîyan e, karê lihevkirinê ye. Ez bi xwe jî ev yazdeh sal in di nav karên Weqfa Mezopotamyayê da, endamê Komxebata Kurmancîyê me û bi min ji bo paşeroja kurdî ji bo standardkirinê xebatên weqfê, xebatên hêja ne. Weqif biryara rê û rêzikên rastnivîsînê li gorî hin prensîpan dide. Weqfê bernameyên teknîkî jî dane pêşîya xwe, ku Ferhenga Rastnivîsînê biqede (ev heşt sal in dewam dike) dê tevî Rêbera Rastnivîsînê her du xebatan bi rêya bernameya “Rastnivîser”ê di nav Wordê û di gelek bernameyên din bi cih bikin ku bi awayekî otomatîk nivîsên şaş rast bike. Di gelek zimanan da ev bername hene û kes bi rastnivîsînê danakeve, ji bo kurdîya kurmancî heta niha nehatîye çêkirin, weqif ku vê yekê çêbike û bi ser bikeve ev ji bo nivîsîna kurdî dê bibe şoreşek.

Ez edîtorê Weşanên Wardozê me û ev deh sal in pirtûkan redakte dikim, ku Rêbera Rastnivîsînê û Ferhenga Rastnivîsînê ne li ber destê min bin, ez nikarim di vî warî da karekî baş bikim. Weqfê her du xebat jî bi awayekî dîjîtal anîne ber destê me.

Divê em ji bîr nekin, bi zimanê me perwerde çênebûye û bi dehan devok derketine meydanê, her kes bi devoka xwe binivîse û bibêje ya min rast e, em nikarin vî karî bibin serî. Divê presnsîpên weşanxaneyan hebin û li gorî nivîskaran neguherin. Bi qasî ku ez dibînim xwendevan êdî her tiştî dibînin û di vê mijarê da aciz dibin. Weşanxane kurdî bi taybetî li bajaran û di qada nivîsê da li ser lingan digirin, ji ber ku bi zimanê me perwerde tune ye, weşanxane dibin dibistan, loma divê ew kêmasîyên xwe, nakokîyên xwe yên di qada rastnivîsînê da çareser bikin. Weqif dixwaze bi hemû sazî û dezgehan ra bixebite. Daxwaz hebe dikare bi redaktoran ra jî bixebite, ji bo wan atolyeyan çêbike. 

“Divê krîtera esasî “başbûna” pirtûkê be”

Bahoz Baran

Hema bibêje hemû weşanxaneyên kurdî dibêjin ku ew di nav qeyranekî aboriyê de hewl didin karên xwe bidomînin. Ji ber vê rewşa xerab, carna weşanxane ji bo barê çapkirina pirtûkan sivik bikin ji nivîskarên xwe pere digirin. Ev tercîha weşanxaneyan tesîreke çawa li weşangeriya kurdî dike? 

Min di pirtûka Jîyaneka Berevajîyê da gotibû, xelk ji bo telîfê pereyan didin nivîskarên xwe, ew ji bo pirtûkan çap bikin pereyan ji nivîskarên xwe distînin. Helbet rewşa weşanxaneyên me û yên serdestan ne wekî hev e. Dema ku rasterast pere bikeve nav meseleyê, kalîteya pirtûkê dikeve, pirtûk ne baş be jî tê çapkirin. Divê krîtera esasî “başbûna” pirtûkê be, pirtûk baş be divê. Weşanxane karê xwe baş bike, rewşa wê ya aborî ne baş be, nivîskar jî bixwaze û bikare dikare alîkarîyê bike, ev ne mesele ye, lê nivîskar ne mecbûr be. Weşanxaneyên mezin û xwedî derfet dikarin pereyan jî bidin nivîskaran, lê ew jî gelek caran nadin.

“Hebûna sazîyên wekî Yewkurdê giring e”

Heya van salên dawî jî weşanxaneyan zehmetî dikişandin ji bo firotin û belavkirina pirtûkên xwe; lê ev çend sal in rewş guheriye, derfetên nû (wek firotina online û koperatîfê) peyda bûne. Di nav van derfetên nû de gelo weşanxane dikarin di banê koperatîfeke de jî pirtûkên xwe online bifroşin? 

Kurd divê derfetên teknîkî baş bi kar bînin. Her weşanxane divê xwedî malperekê be û li wir bikare pirtûkên xwe bifiroşe, ev yek tiştekî zehmet nîne êdî. Bi rêya koperatîfan jî dikarin bigihîjin hev, bibin hêz û derfetên heyî bi kar biînin. Ji ber wê hebûna sazîyên wekî Yewkurdê giring e. Hin malper hene, pirtûkan difiroşin, lê van demên dawî ez mêze dikim, armancên wan guherîne, ji pirtûkan bêhtir êdî tiştên din, tiştên populer difiroşin.   

“Jîrîya çêkirî hîn nizane bi kurdî biaxive, wekî zarokekê ye”

Jîriya çêkirî(AI) tesîreke çawa li weşangeriyê kir? Gelo di serdema jîriya çêkirî de çi cure derfet ji bo weşangeriya kurdî peyda bûne? Hûn wekî Weşanên Wardozê di karûbarên xwe de ji derfetên jîriya çêkirî alîkariyê digrin? 

Ji ber ku kurdî di nav jîrîya çêkirî da baş bi cih nebûye, vê gavê mirov nikare ji alîyê kurdî da zêde sûd jê wergire. Di warê kurdî da jîrîya çêkirî hîn nizane bi kurdî (kurmancî) baş biaxive, wekî zarokekê ye, divê bê pêşxistin. Ji alîyê çêkirina wêneyan û bergsazîyê da em carinan wê bi kar tînin. Lê ji ber ku hîn qels e û standardeka zimanî ya kurdan tune ye, ew vê gavê ji bo me nikare karê redaksîyonê bike. Ku kurdî tê da bi pêş bikeve, di paşerojê da ji bo karê redaksîyon û wergêranê jî mirov dikare jê sûd wergire. Herwiha ji bo deşîfrasyona folklorê jî dibe ku pir kêrhatî be û dengan deşîfre bike. Bi texmîna min pênc şeş salên din, ji xeynî redaktorîyê dê karê edîtorîyê jî bike û pirtûkan binirxîne. 

“Platforma herî biewle ya Googleyê ye”

Helwesta piraniya weşangerên kurd ji bo firotina pirtûkan wekî e-pirtûk nediyar e; piraniya weşanegeran ji vê yekê ditirsin ku PDFên berheman li ser înternetê belaş belav bibin û keda ku dane bi hewante biçe. Weşanên Wardozê divê meseleya firotina e-pirtûkan de li kîjan aliyê disekine?

Weşanxane mafdar in, platforma ku e-pirtûkan diweşîne divê mirov pê bawer be. Aniha ya herî biewle ya Googleyê ye. Em dil dikin pirtûkên xwe li ser wê platformê biweşînin. Lê carinan pirsgirêkên teknîkî û fermî derdikevin pêşîya me. Serdemeka wisa ye ku yek dikare bi rêya telefoneka baş, pirtûka we bike PDF û belav bike, lê helbet mafê telîfê heye û mirov dikare doz li wan kesan veke. Divê pirtûkên weşanxaneyê wekî PDFê belav nebin. Dema ku dîjîtala wan hebe û hemû kurd xwe bigihînin wan, têr dike jixwe. Pirtûkên kurdî kêm tên firotin, ku wekî PDF belav bibin, weşanxane dê zirar bikin.

“Dê jîrîya çêkirî pirtûkan bêyî ku em biçin studyoyê bixwîne”

Helbet dema em behsa qada dîjîtal dikin gelek deriyên nû derdikevin pêşberî me; bo nimûne van salên dawî pirtûkên bideng li cîhanê û Tirkiyeyê populer in. Ji ber ku piraniya xebatên we jî folklor in hûn ê di siberojê de vê arşîva xwe -bi dengî- dîjîtalîze bikin? 

Kurd divê di warê teknîkê da xwe bi pêş bixin. Pirtûk divê hem matbû hem dîjîtal hem jî bi awayekî bideng hebin. Ji bo awayê bideng îro roj studyo lazim in, divê pirtûk bi dengên baş bên xwendin, weşanxane ne xwedî wan derfetan in ku li studyoyan dengan qeyd bikin û vî karî bikin. Ku sazî û dezgehên me alîkarîyê nedin, nabe. Lê tiştê xuya dike çend salên din dê jîrîya çêkirî pirtûkan bêyî ku em biçin studyoyê bixwîne. Me dema ku weşanxaneya xwe ava kiribû meseleya pirtûkên bideng wekî proje li pêşîya me bû, lê heta niha me ew pêk neanîye. 

“Em wekî netewe ne xwedî wê ferasetê ne ku li mîrasa xwe ya devkî xwedîtîyê bikin”

Berhevkarên folklorê, berê (belkî aniha jî) ji bo xebatên xwe diçûn gundan û kultura devkî bi cîhazên elektronîk tomar dikirin. Lê aniha em dibînin ku şivanek an salmezinek jî bi rêya telefona destê xwe dikare kultura xwe ya ku nehatiye keşifkirin li ser platformên dîjîtal -Meta&Tiktok&YouTube-yê belav bike. Gelo ev qadên nû derfeteke çawa çêdike bo berhevkarên we yên li ser folklora kurdî kar dikin? 

Ev qadên nû yên medyayê ji bo belavkirin û nasîna folklor û çanda kurdî baş in, lê li ser medyaya civakî gelek tişt tevlihev dibin û geremolek çêbûye. Ji bo folklorê tiştê esasî qeydkirin û di heman demê da deşîfrasyon e. Mesela, îro roj li ser YouTubeyê bi hezaran vîdeo hene, lê nehatine deşîfrekirin û neketine qada nivîsê. Wekî çavkanî ne li ber destê me ne û em nikarin li ser wan bixebitin. Hin kes bêhtir ji bo populer bibin, ji bo şopînerên wan zêde bibin wekî hobî vî tiştî dikin, lê karê folklor û berhevkirinê divê bi awayekî profesyonel bê kirin. Rast e, teknîkê dûr nêzîk kirîye, ev tiştekî baş e, em dikarin xwe bigihînin gelek kesan, lê kesên ku berhevkarîyê dikin divê bi her awayî bên perwerdekirin. Li Kurdistanê bi hezaran gund hene û karê berhavkarîyê baş û birêkûpêk nehatîye kirin, li ser meseleyê ji her gundekî “deh” pirtûk derkeve (ku zêdetir e), ev dike “deh hezar” pirtûk. Ango di pirtûkxaneya me ya devkî da deh hezar pirtûk hene, divê em van pirtûkan (dengan) qeyd bikin û bikin berhem, bikin malê pirtûkxaneya xwe ya nivîskî. Divê em ji bîr nekin, di paşerojê da em çi ava bikin jî em mecbûr in, li ser kokên xwe ava bikin. Ev pirtûkxaneya devkî roj bi roj kêm dibe û bi qasî ku ez dibînim em wekî netewe ne xwedî wê ferasetê ne ku li mîrasa xwe ya devkî xwedîtîyê bikin. Ku em bikarin wê mîrasê qeyd bikin, dîjîtalîze bikin û di jîrîya çêkirî da bi cih bikin ev ji bo çand û folklora me dibe şoreşek û dê jîrîya çêkirî bikemile û bêhtir bi kêrî me bê. Divê navendeka folklorê hebe û vîdeo û dengên li ser wan platforman bide hev, ji hev derxe û deşîfre bike. Mixabin mîrateya çand û folklora kurdî li ser wan platforman jî belawela ye. Mesela divê heta niha malpereka me ya ferhenga biwêj (îdyom) û gotinên pêşîyan hebûya ku me sûd ji wan wergirta. Tu vê gavê pirsa îdyoman ji jîrîya çêkirî bikî, nikare bersiveka baş bide te, herwiha tu bixwazî li ser Google Translateyê pirsa îdyom û gotinên pêşîyan bikî yan jî wan bidî wergêran, pirî caran tiştên ecêb rêyî te dide.

 

"Ev hevpeyvîn bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya ‘Hêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal’ de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye."

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.