Bahozê 26 kes kuştin

Bahozê 26 kes kuştin
Amerika hortum

Li Amerîkayê ji ber bohozê li eyaleta Mississippiyê 25 û li Alabamayê jî kesek mirin.

Ajansa Hawarê ya Mississippîyê ragihand, zêdetirî 10 bahozên ku di rojekê da rû dane bajar hilweşandine û hejmara miriyan li eyaletê gihîştiye 25an.

Li eyaleta Alabamayê ya ku bahoz lê bi bandor bûn, ji Midûriyeta Rewşa Lezgîn a wîlayeta Morganê daxuyanî hat dayîn ku kesek miriye.

Serokê Amerîkayê Joe Bidenî li Mississippiyê ya ku 25 kesan ji ber Bahozê canê xwe ji dest dan rewşa awarte ragihand.

Ji aliyê Qesra Sipî ve hate ragihandin ku ji bo  xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi rêk û pêk bê meşandin ev biryar hatiye girtin.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.