Bajarê Bernê yê Swîsreyê di malpera xwe da cih daye zimanê Kurdî

Bajarê Bernê yê Swîsreyê di malpera xwe da cih daye zimanê Kurdî
Ekran Resmi 2023-06-11 15.54.47

Paytexta Swîsreyê yê Bajarê Bernê ku bi 12 zimanan agahîyan dide şêniyên xwe, sê zimanên nû li malpera xwe zêde kiriye.

Di nava wan her sê zimanan da Rûsî, Ukraynî û Kurdî jî hene.

Malper niha bi 15 zimanan agahîyan dide xelkê.

Li gor nûçeya Rûdawê, agahîya li ser mijarê ji aliyê Rêveberiya Perwerde, Karûbarên Civakî û Werzişê ya Bajarê Bernê ve hatiye ragihandin.

Tê gotin ku xizmeta agahdarkirinê bi taybet ji bo kesên ku nû hatine Bernê hatiye amadekirin.

Li ser malpera bajarê Bernê, mijarên rojane yên wekî kar û pîşe, dibistan û perwerde, qanûn, darayî û tenduristî jî hene.

Tê gotin ku bi hewildana komên kurdî yên li wî bajarî, zimanê kurdî jî li malperê hatiye zêdekirin.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.