Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li gor Çavdêrxaneya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, balafirên şer ên Rûsyayê û Sûrîyê roja Duşemê li herêmên ku ji alîyê çekdaran ve hatine girtin, êrîş kirine. Rûsya û Îranê jî piştgirîya xwe ji bo Beşar Esed nîşan dane.
Di çend rojên dawîyê de çekdaran kontrola beşeka mezin a rojavaya Sûrîyê dest xistine. Bi taybetî jî bajarê Helebê û derdora wê ketiye bin kontrola çekdaran.
Rûsya û Îran, ku ji sala 2011ê ve piştgirîya Esedî dikin, îro ji nû ve piştgirîya xwe nîşan dane. Lê belê niho ne dîyar e ka ew ê bikarin pêşîya pêşketina çekdaran bigirin an na.
Hadî El-Behr, serokê Hevpeymanîya Neteweyî ya Hêzên Şoreş û Muxalefeta Sûrî, ji Tirkîyê daxuyanî daye û xwestiye ku Esed dev ji desthilatdarîyê berde. El-Behr gotiye ku şer dê heta bicihkirina biryara 2254a Neteweyên Yekbûyî berdewam bike.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...