Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Îro danê sibê li Bexdaya paytexta Iraqê bi sedan xwenîşandar li dijî çalakiya şewitandina Quranê ya ku dihat payîn îro li Stockholmê were lidarxistin, Balyozxaneya Swêdê şewitandin.
Hat ragihandin ku xebatkarên balyozxaneyê sax in.
Tê gotin ku xwenîşandana li ber balyozxaneyê ji aliyê alîgirên Tevgera Sadr ve pêk hatiye û wekî berteka li dijî çalakiyê hatiye kirin.
Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Iraqê şewitandina Balyozxaneya Swêdê bi tundî şermezar kir û dibêje; "Ew êrîşeke li dijî nûnerên dîplomatîk e û metirsîyek li ser ewlehiya wan e."
Li gorî medyaya Swêdê, çalakîya şewitandina Quranê ku dihat payîn îro li Stockholmê pêk bê ji aliyê penaberekî Iraqî Salvan Momikayî ve hatiye organîzekirin.
Salvan 28ê Hezîranê, di Cejna Qurbanê da jî li ber mizgefta herî mezin a Stockholmê çend rûpelên Quranê şewitandibû.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...