Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Alîkarê Serokê rêxistina navçeya Buyukçekmeceyê yê Stenbolê Fatîh Zehîr li ser hesabê xwe yê Twîtterê fotografekî Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû belav kiriye.
Di vê fotografê da Tanrikûlû li ber tabutekî sekinîye û Zehîrî jî peyama xwe da gotîye "Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû li cenazeyê berate yê PKKyiyî ye"
Fotografê Tanrikûlûyî weşandiye ku di dema merasîma binaxkirina Tahîr Elçiyî de hatiye girtin.
Baroya Amedê jî li ser vê yekê gilîyê Fatîh Zehîrî kiriye.
Baroyê di gilînameya xwe de gotiye ku "Zehîrî, Baroyê destnîşan kiriye ku bi vê peyamê Zehîrî li gorî Xala 130î a Qanûna Cezayan a Tirkan “heqaret li bîranîna şexsî” kiriye û divê bê cezakirin."

Piştî bertekan, Zehîrî tweeta xwe jê biribû.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...