"Bêdengîya Şevê" ya Zîzê di weşanê de ye

Share
"Bêdengîya Şevê" ya Zîzê di weşanê de ye
“Bêdengîya Şevê” ya Zîzê di weşanê de ye

Hunermend Zîzê, bi strana xwe ya yekem "Bêdengîya Şevê" muzîka Neo-Soul, R&B û Popê tevlihev kiriye. Hunermendê di vê berhemê de rewşeka melankolîk û nostaljîk derxistiye pêş. Ev stran ku gotinên wê ji alîyê Zîz û Xem ve hatine nivîsandin.

Hunermendeka piralî di qada hunerê de

Zîz li Stenbolê dijî û mezûna konservatuarê ye. Ew wekî reqsvan û muzîkjeneka profesyonel tê naskirin. Hunermendê heta niha di gelek festîvalan de reqsên cîhanê yên wekî Salsa, Bachata û Tangoyê pêşkeş kirine. Zîz a ku pîyano û defê lê dixe, dixwaze bibe dengekî nûjen di nav muzîka Kurdî de.

Têkoşîna jinan û mîrateya çandî di navendê de ye

Zîzê di muzîka xwe de giranîyê dide têkoşîna jinan û mijarên ku civakê wekî tabû dîtine. Hunermendê dîyar kiriye ku ew dixwaze mîrateya çandî ya Kurdan pîroz bike û di heman demê de li ser mijarên hatine paşguhkirin raweste. Niho Zîz û Xem li ser albûmeka hevpar dixebitin û stranên nû yên solo jî amade dikin.

Klîba stranê li ser hemû platforman hat weşandin

Stran û klîba "Bêdengîya Şevê" di 23yê Kanûna paşîyê roja înê de li ser YouTube û hemû platformên dî yên muzîkê hat weşandin. Derhênerîya klîbê Abdullah Abukan kiriye û aranjeya stranê jî ji alîyê Emrah Menteş ve hatiye çêkirin. Hunermend bi vê xebatê armanc dike ku di muzîka Kurdî de bibe dengekî navneteweyî.


Çavkanî:

  • Botan Times

Read more