Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Belgefîlma 'Wergerendina Ulyssesê' dê li çend bajaran bê nîşandan.
Belgefîlma ku behsa şair û wergêr Kawa Nemir û serhatîya wî ya deh salan ya wergêrana berhema Ulyssesê dike, dê li çend bajar û festîvalan bê nîşandan û pêşbaziyê bike.
Belgefîlma 'Wergerandina Ulyssesê' ji aliyê Aylin Kuryel û Fırat Yücel ve hatiye derhênan. Berhemhênerên belgefîlmê jî Özgür Doğan, Aylin Kuryel û Fırat Yücel in.
Şair û wergêr Kawa Nemir li ser hesaba xwe Twitterê da zanîn û got:
"Bo yên lê temaşe nekirî! Vê havînê 'Wergerandina Ulyssesê' dê li çendîn bajaran were ser perdeyê!"
Berhema Ulyssesê ya James Joyceî, piştî xebeteka dûr û dirêj ya deh salan ji aliyê şair û wergêr Kawa Nemir ve bo kurdî hate wergêran û berhem îsal ji nav weşanên Avestayê derket.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...