Belgefîlma 'Wergerandina Ulysses'ê li Arjantînê hate xelatkirin

Share
Belgefîlma 'Wergerandina Ulysses'ê li Arjantînê hate xelatkirin

Belgefîlma 'Wergerandina Ulysses'ê li fîlmefestîvala Navdewletî ya UBAyê hate xelatkirin.

Belgefîlma ku ji aliyê Aylin Kuryel û Fırat Yücel ve hatiye derhênan, li 1emîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya UBAyê, li Buenos Airesa paytexta Arjantînê, bi 'Mansiyona Taybet' hate xelatkirin.

Derhênerê belgefîlmê Fırat Yücel li ser hesaba xwe ya Twitterê da zanîn ku belgefîlma Ulyssesê li festîvalê  bi kurdîya xwe olan daye û ji ber eleqeya zêde, belgefîlm careka din hatiye nîşandan.

Belgefîlma 'Wergerandina Ulysses'ê behsa jiyana şair û wergêrê kurd Kawa Nemir û serhatiya wî ya wergerandin berhema James Joyce Ulyssesê bo kurdiyê dike.

Şair û wergêr Kawa Nemir xelatkirina belgefîlmê  li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kir û got:

Ez î jî bi zimanê şevê û xewnê yê 'Finnegans Wake'ê ketime... Dahatûyê dirêjepêdana xwe heye.

Kawa Nemir

Belgefîlma 'Wergerandina Ulysses'ê heta niha li çendîn festîvalên navdewletî hatiye nîşandan û xelatkirin.

Read more