Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew
Wekîla Serokê Koma Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ji hesabê xwe yê Twitterê parvekirina hevokên ji romanan didomîne.
Beştaşê, ku di rojên borî de du caran hevokên George Orwell nivîsîbûn, vê carê jî gotineke Zulfu Lîvanelî nivîsî.
''Edaleta bê hêz neçar e, hêza bê edalet jî zalim e'' nivîsî Beştaşê û li binê vê hevokê navê Zulfu Lîvanelî danî.
Nivîskar, derhêner, senarîst û sîyasetvan Zulfu Lîvanelî bi fikrên xwe yên çepgir tê naskirin.
Ev hevoka Beştaşê nivîsîye di romana Lîvanelî de, ku nav Serenad e, derbaz dibe.
Sîyasetvana HDPyî Beştaş di rojên borî de ji 1984 û Çewliga Heywanan ya George Orwell hevok weşandibûn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...