Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Îro sibehê di saet 4ê Beyrûdê de agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dest pê kiriye. Ev lihevhatin bi navbeynkariya Amerîkayê hatiye îmzekirin û dê 60 rojan dewam bike.
Li gor agirbestê, Îsraîl dê ji başûrê Libnanê bi tevahî vekişe û Hizbullah dê çekên xwe yên giran ber bi bakurê çemê Lîtanî ve veguhêze. Ev çem 25 kîlometre ji sînor dûr e.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ev lihevhatin wek "dîrokî" bi nav kiriye û gotiye ku armanca wê "rawestandina şer a hertimî" ye. Biden û Serokê Fransayê Emmanuel Macron soz dane ku ew ê ji bo bicihkirina lihevhatinê bi Îsraîl û Libnanê re bixebitin.
Artêşa Îsraîlê hişyarî daye xelkê ku ew niho nikarin vegerin malên xwe. Lê belê, bi hezaran Libnanî berê xwe dane başûr û li Sûrê bi kêfxweşî hatine pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu gotiye ku hêzên wan dê "azadiya tevgerê ya leşkerî" biparêzin û heke Hizbullah lihevhatinê binpê bike, dê bersiveka tund bidin. Îranê jî gotiye ku ew ji dawîhatina "êrîşên" Îsraîlê li ser Libnanê kêfxweş e.
Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji Çirîya pêşiyê ya sala 2023ê ve, 3 hezar û 823 kes mirine û 15 hezar û 859 kes birîndar bûne. Tenê roja duşemê 55 kes mirine û 160 kes birîndar bûne.
Çavkanî:
Hat nûkirin....
Îro sibehê li Libnanê agirbesta nû di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dest pê kiriye. Li gor çavkanîyan, ev agirbest piştî saleka şerî hatiye îlankirin û bi hezaran kes vegeriyane malên xwe.
Agirbestê di saet 4ê sibehê de li Beyrûdê dest pê kiriye. Beriya vê demê, hêzên Îsraîlê heta deqîqeya dawîyê êrîşên xwe li ser Libnanê berdewam kirine.
Di vî şerî de zêdetirî milyonek kesan ji malên xwe koç kirine. Îsraîlê di van mehên dawîyê de gelek êrîş pêk anîne û gelek rêberên Hizbullahê mirine. Her wiha, embarxaneya çekên Hizbullahê jî zirareka mezin dîtiye.
Li gor lihevhatina ku Amerîka û Fransayê navbeynkarî kiriye:
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu gotiye ku ev agirbest dê rê bide Îsraîlê ku embarxaneya xwe ya çekan nû bike û li hemberî Hamasê û Îranê bibe xwedî hêzeka bihêztir.
Kabîneya demkî ya Libnanê jî dê îro sibehê civîneka taybet li dar bixe û lihevhatinê pejirand bike.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...