Bi ser mirina rojnameger Şîfa Gerdîyê re şeş sal borîne

Share
Bi ser mirina rojnameger Şîfa Gerdîyê re şeş sal borîne
Sifa-Gerdi-

Rojnameger Şîfa Gerdî 6 sal berê rojeka wek îro dema karê xwe yê rojnamegerîyê dikir bi teqîna bombeyeka DAIŞê miribû.

Desgeha wê jê re Kar dikir Rûdaw TVyê îro vîdeoyeka wê weşandiye:

Şîfa Gerdî kî bû?

Şîfa Gerdî anku Şîfa Zikrî Îbrahîm (jdb. 1'ê tîrmehê, 1986 - m. 25'ê sibata 2017), bêjer û rojnamevaneke kurd bû. Di dema şerê li Mûsilê de, di teqînekê de jiyana xwejidest da.

Şîfa Gerdî di sala 1986an de li herêma Ûrmiyê hatiye dinyayê[çavkanî hewce ye]. Malbata wê koçber bû. Wê di 2006an de piştî derçûna beşa ragihandinê ya zanîngeha Selahedînê dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û yek ji rojnamevanên diyar ên Kurdistanê bû û li çend saziyên ragihandinê yên Kurdistanê kar kiriye.

Di dema tîma rojnamevanan romalkirina şerê Daişê li rojavayê Mûsilê dikir, bombeyeke çandî nêzîkî tîma televîzyona Rûdawê teqiya û di encama teqînê de karmenda Rûdawê jiyana xwe ji dest da û wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar bû.

ku.wikipedia.org

Read more