Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Serokê Amerîkayê Joe Bidenî îro ragihandiye ku kuştina Yahya Sinwar, rêberê HAMASê yê ku roja çarşemê ji alîyê artêşa Îsraîlê ve hatiye kuştin, dikare bibe derfetek ji bo destpêkirina agirbestê li Xezeyê.
Biden dema ku gihîştiye Berlînê wiha gotiye:
"Wextê wê hatiye ku ev şer bidawî bibe û em van êxsîran bînin malê. Em amade ne vê yekê bikin."
Wî gotiye ku ew hêvîdar e, îmkanên agirbesta dê çêbibe û ji bo vê yekê ew ê di 4-5 rojan de Wezîrê Karên Derve Antony Blinkenî bişîne Îsraîlê ji bo gotûbêjkirina ewlekarîya Xezeyê û rewşa piştî şerî.
Biden di daxuyanîyeka berê de gotiye:
"Yahya Sinwar astengeka mezin bû li pêşîya gihîştina van armancan. Ew asteng êdî nemaye. Lê hê gelek kar li pêşîya me hene."
Kuştina Sinwarî, ku rêberê HAMASê û plansazê êrîşên 7ê Çirîya Pêşîn bû, di demekê de bûye ku têkilîyên navbera Netanyahû û serokê Amerîkayê aloz bûne.
Lê xuya ye ku mirina Sinwarî derfetekê dide her du alîyan ku serkeftinekê îdîa bikin û dîsa li hev bikin.
Li gorî daxuyanîya nivîsgeha Netanyahû, Biden şeva Pêncşemê pê re axivîye û her du rêberan li ser vê yekê lihevkirine ku derfetek heye ji bo pêşxistina peymana azadkirina barkêşan û ew ê ji bo vê armancê bi hev re bixebitin.
Gotûbêjên li ser peymaneka agirbestê ku dê bibe sedema azadkirina êxsîrên mayî yên li Xezeyê, ji çend mehan ve di nava astengîyê de ne. Hem Îsraîl û hem jî HAMAS hev tawanbar dikin ji ber vê yekê.
Çavkanî: The New York Times, Botan Times, Ofîsa Serokwezîrîya Îsraîlê, X
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...