Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Nûçeyên sereke yên nêva rojê ev in.
Di dîroka DYAyê de yek ji hilbijartinên herî hişk, zehmet û hessas îro dest pê kiriye. Namzeda Demokratan Kamala Harris û namzedê Komarxwazan Donald Trump di pêşbirkeka wisa de ne ku li gor pisporên hilbijartinê encam dikare bi tenê bi çend dengan bê diyarkirin.
Dengdan li Vermontê berî hemû eyaletan, di saet 5ê sibehê de dest pê kiriye û ber bi rojava ve belav bûye.
Li Tirkiyeyê hikûmetê sê şaredarên DEM Partiyê yên bajarên Mêrdîn, Batman û Halfetiyê ji kar dûr xistibû. Ahmet Turk ê 82 salî cara sêyemîn ji şaredariyê hatibû dûrxistin.
Li Batmanê, piştî dûrxistina şaredaran, herî kêm 60 kes di xwepêşandanan de hatin desteserkirin. Polîsan bi guleyên plastîk, ava şidandî û gaza îsotê êrişî çalakiya gel kiriye.
Romana Virginia Woolfê ya bi navê "Pêl" ji aliyê Weşanxaneya Na ve hatiye weşandin. Roman bi dengê şeş kesan tê vegotin û nivîskarê dest ji peymanên kevneşop ên romanê berdaye. Xeteka nû ji xwe re çêkiriye.
Her wiha, pirtûka bi navê "Di navbera Berdewamî û Veguherînê de Êzidîtî" ji Weşanxaneya Avestayê derketiye. Pirtûk li ser rewşa civaka Êzidî ya piştî êrîşên DAIŞê ya sala 2014ê disekine.
Dezgehên îstîxbaratî yên Amerîkayê ragihandine ku Rûsya û Îran hewl didin baweriya hilbijêran têk bibin û alozîyan di nav civakê de zêde bikin. Bi taybetî Rûsya bi rêya dezenformasyonê û êrîşên sîberî hewl dide hilbijartinan tevlihev bike.
🗓️ 5ê Çiriya paşiyê 2024
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...