B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Heger te îro nûçeyên li ser şerê li Rojhilata Navîn nexwendibin, me ji te re ji medyaya navneteweyî xwendiye kurt û zelal kiriye û kiriye Kurmancî.
---
Hezbullahê îro Naîm Qasim wek serokê xwe yê nû hilbijartiye. Qasim berê cîgirê rêxistinê bû. Hilbijartina wî piştî mirina Hesen Nasrallahî pêk hatiye. Nasrallah di êrîşeka balafirên Îsraîlê de miribû. Qasim di axaftina xwe ya yekem de gotiye ku ewê berxwedana li dijî Îsraîlê bidomînin.
Balafirên Îsraîlê li bajarê Beyt Lahyayê avahîyeka mezin bomebaran kiriye. Di vê êrîşê de 93 kes mirine. Hê jî 40 kes di bin kavilan de ne. Li nexweşxaneya Kemal Edwan birîndar zêde ne, derman û derfet kêm in. Dermanxane û nexweşxane têk çûne û derman nemane.
Parlemana Îsraîlê, du qanûnên nû derxistine. Li gor van qanûnan UNRWAya ku alîkarîyê dide Filistînîyan êdî nikare li Îsraîlê kar bike. Ev qanûn dê piştî sê mehan bê pêkanîn. Amerîka û welatên Ewrûpayê li dijî van qanûnan in. UNRWA dibêje ev biryar dê zerarê bide gelê Xezeyê.
Hûsîyên Yemenê êrîşî avahîya Neteweyên Yekbûyî kiriye. Wan bi dehan karmendên NYyê girtine. Yek ji wan di girtîgehê de miriye. Hûsî dibêjin ev karmend sîxurîya Amerîka û Îsraîlê dikin. Rêxistinên navneteweyî ji van bûyeran gelek aciz in.
Şîrovekar dibêjin ku şerê li Xezeyê dê dirêj bike. Li Libnanê jî dê alozî zêde bibin. Rêya ku alîkarî digihîje Xezeyê niho di bin xeterê de ye. Ji ber van sedeman rewşa mirovî ya herêmê roj bi roj xerabtir dibe.
Çavkanî: New York Times, Reuters, AP, Botan Times, The Guardian
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...