B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
DEM Partîyê li Colemêrgê dest bi çalakî û protestoya rûniştinê kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkîyeyê ragihandibû ku wan qeyûm tayîn kirîye bo şaredarîya Colemêrgê.
Serokê Şaredarîya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî hat girtin û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan wî.
DEM Partî jî ji wê rojê heta niha li ber derîyê şaredarîyan çalakîya rûniştinê didomîne.
Li gorî nûçeya Rûdawê DEM Partiyê li Colemêrgê li ber Bazara Gel a bajêr dest bi çalakîya rûniştinê kir. Ji navçeyên Payîzava û Elbakê yên Wanê û navçeya Avkevirê ya Agirîyê gelek şaredar, endamên meclîsên şaredarîyan û berpirsên DEM Partiyê beşdarî çalakîya rûniştinê bûn.
“Rêzê li vînê bigirin”
Li qada ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên, “Em dê tecrîdê bişkînin”, “Em dê qeyûm bişînin”, “Ne qeyûm, ne tecrîd, ji gelê Kurd re azadî”, "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin xespê" û "Rêzê li vînê bigirin" hatin daleqandin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...