National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Li gorî qerara ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin ji bo Seroka Bankaya Navendî ya Komara Tirkîyeyê Hafîze Gaye Erkan hatiye tayînkirin.
Biryarên bi îmzeya Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayip Erdogan ji bo çend postan hatine dayîn îro (Înê) di Rojnameya Fermî da hatin belavkirin.
Li gorî vê yekê Hafize Gaye Erkan wek Seroka Banka Navendî ya Tirkîyê hatiye diyarkirin ku jinek cara yekem wekî Sekoka Banka Navendî ya Tirkîyeyî hatiye tayînkirin.
Prof. Dr. Hafize Gaye Erkan kî ye?
Hafize Gaye Erkan di sala 1982an da li Stenbolê ji dayik bûye.
Di 2001an da Zanîngeha Bogaziçi beşa Endezyariya Endustrî qedandiye.
Herwiha di 2005an da li Zanîngeha Princeton ya Amerikayê doktora xwendiye.
Harvard Business School - Zanistên Rêvebirinê û Zanîngeha Stanford –Rêveberî program qedandiye.
Di sala 2014an da li First Republic Bankê 8 sal wek Co-CEO kar kir û 2 sal jî Tiffany&Co-Endama Desteya Rêveber kar kiriye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...