Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
39 sal derbas bûn li ser mirina şair Cegerxwîn.
Cegerxwîn berîya 39 salan 22ê Çirîya Pêşîna 1984an li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir.
Heta niha çendîn bername û çalakî hatine lidarxistin bo bîranîna Seydayê Cegerxwîn.
Li Mêrdînê jî bername û gotûbêjek tê amadekirin bi hevkarîya Şaredarîya Mêrdînê.
Dilawer Zeraq dê li ser mijara "Tevkarîya Helbesta Cegerxwîn a Li Mûzîka Kurdî tê" biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.
Mizgîn Ronak jî dê li ser mijara "Cegerxwînê Bavê Min, Hêza Helbestê û Hozan Çawa Dibe Maliyê Her Malê?" biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.
Moderatorê vê gotûbêjê Rêdûr Dîjle ye.
Di bernameyê da dê helbest jî bêne xwendin û dê Hîvron jî stranan bêje.
Bername, 25ê Cotmehê saet 18:00 li Akademîya Hunerê ye.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...