Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Li Sûrîyeyê, çekdarên opozisyonê bajarê Hamayê vegirtiye û hêzên hikûmetê jî ji bajêr çûne. Vê pêşketina lezgîn çekdar bi gaveka mezin nêzîkî paytexta Şamê kirine.
Li gorî çavkanîyan, çekdarên Sûrîyeyê bajarê Hamayê desteser kiriye û hêzên hikûmetê jî ji bajêr vegerandiye.
Ev pêşketina lezgîn a li Hamayê, ku yek ji bajarên herî mezin ên Sûrîyeyê ye, her du alîyan pejrandiye. Ev bûyer, piştî ku çekdaran bajarê Helebê vegirtibû, pêk hatiye.
Serokê grûba çekdar Ebû Mihemed el-Colanî di vîdeoyekê de bang li xelkê bajarên dî yên Sûrîyeyê kiriye. Wî gotiye ku bila xelkê Humusê, Şamê, Deraayê û Dêra Zorê xwe amade bikin.
Şerê navxweyî yê Sûrîyeyê ku 13 sal in berdewam e, niho gihiştiye qonaxeka nû. Vê pêşveçûna dawîyê cara yekem xêzên şerî bi vî awayî guhertiye.
Li gorî şirovekarên şerî, kêmbûna piştgirîya Rûsyayê, Îranê û Hizbullaha Libnanê ya ji bo rejîmê, sedemên sereke yên vê pêşketinê ne. Hizbullah ji ber şerê bi Îsraîlê re û Rûsya jî ji ber şerê Ukraynayê nikarin wek berê piştgirîyê bidin rejîmê.
Çekdaran ragihandiye ku wan bajêr kiriye di bin kontrola xwe de û hêzên hikûmetê jî di rewşeka tevlihev de ne. Li gorî Çavdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan, çekdaran binkeya polîsan, binkeyeka esmanî û girtîgeha navendî desteser kiriye û gelek girtî jî azad kirine.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...