Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Temenê mirovekî li Japonyayê tê pêşbînîkirin 84 sal in. Temenê kesekî li Mozambîkê 58 sal in. [1] Li Swêdê îhtimala mirina jinekê ji ber çêkirina zarokan ji 100 hezar kesan yek e. Li Afganistanê ji 100 hezar kesan 620 in. [2] Ji her hezar zarokên li Tirkiyê mirîn, yên Tirk 8, yên Kurd 16 in ku ji beriya pênc saliya xwe dimirin. [3]
Lê belê çima? Çima hin civak ji yên dî saxlemtir in?
Belko gelek kes hêvî bikin di vê nivîsê de ez ê bêjim filan tiştî bixwin, filan tiştî bikin an nekin, hûn dê saxlemtir bibin. Na, ez we nakim. Çima? Ya yekê, ji ber ku saxlemiya mirovan gelek kêm ji aliyê tiştên takekesî ve tê diyarkirin. Ya duyê jî saxlemiya takekesî her dem ne nîşaneka saxlemiya civakî ye. Di hemî civakan de takekesên gelek saxlem û temendirêj hene, lê ferqên mezin di nêvbera rêjeya giştî di asta civakî de hene. Mînak, dibe ku kesek li Mozambîkê hebe temenê wî bigihe 120 salan, lê rêjeya giştî ya temenî 58 sal in û ji ya Japonyayê 26 salan kêmtir e. Ya girîng ew e em sedemên bandoran bizanin ku li piraniya civakê dikin. Çimkî ew tişt bandorê zêdetir li kesan dikin. Erê, ev çi tişt in ku saxlemiya civakan diyar dikin?
Diyarkerên civakî yên saxlemiyê
Diyarkerên civakî yên saxlemiyê şert û mercên civakî, çandî, siyasî, aborî û hawirdorê ne ku mirov tê de xwedê didin, mezin dibin, dijîn, dixebitin û ji hev hez dikin. Gihîştin û serwerîkirina li ser van hêz û çavkaniyan diyar dike ka civak an takekes çiqas saxlem in. Ev şert û mercên civakî diyar dikin ka temenê mirovan çiqas dirêj dibe, mirov çiqas ji nexweşiyan dûr dibe û kalîteya jiyana mirovî çiqas bilind dibe. Newekheviyên saxlemiyê yên di nêvbera takekes û civakan de ji newekheviyên di nêvbera van diyarkeran de peyda dibin.
Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.
Bûltena belaş bistîneTu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...