Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Israîlê li ser kampa koçberan a di hewşa Nexweşxaneya Şehîdên El-Eqsayê de li Deir el-Balahê êrîşek pêk aniye.
Di encama vê êrîşê de herî kêm 4 kes mirine û 40 kes birîndar bûne. Êrîş di saet 01:10ê şevê de pêk hatiye û agir bi lez belav bûye.
Amanî Madî, dayîka 6 zarokan, serpêhatîya xwe wiha vegotiye: "Min dît ku agir konên nêzîkî me dişewitîne. Min û mêrê xwe zarok hilgirtin û em ber bi avahîya acîlê ve revîn."
Kurê wê yê 5 salî Ahmed birîndar bûye û parçeyên teqemenîyê ketine zikê wî.
Cemalat Wadî jî wiha gotiye: "Mucîze bû ku em filitîn, ez û her heft keçên min ji felaketê xelas bûn. Cîrana min, kurê wê û mêrê wê di agir de şewitîn. Kesî nikarîbû wan xilas bike."
Gelek Filistînî neçar mane ku gelek caran koç bikin. Ew li dibistan û nexweşxaneyan bi konên ku ji tiştên ku dikarin bibînin çêdikin, bicih dibin. Ji ber kêmbûna cihî, ew nêzîkî hev dimînin.
Meha El-Sersak, keçeka 17 salî, dibêje ku ev 9 meh in ew li vê derê ye û ji tirsa êrîşan êdî şevan nanive. Wê dîtiye ku cîrana wê û kurê wê di agirî de şewitîne.
Êrîşê tirseka mezin di nav xelkê de belav kiriye. Gelek kes dibêjin ku êdî tu cihê ewle nemaye. Ew neçar in ku dîsa koç bikin, lê nizanin dê biçin ku derê.
Çavkanî: Botan Times, El Cezîre
Nivîskar: Merem Humaidî
Dîroka Weşanê: 15ê Çirîya Pêşîn 2024
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...