B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê daxwaza Serdozgerê Komarî Bekîr Şahîn ya ser blokekirina hesabên alîkarîyê xezîneyê yên Partîya Demokratîk ya Gelan bi awayekî demkî pejirand.
Şahîn di serlêdana xwe ya bo girtina HDPê de îdia kiribû ku ew partî alîkarîya xezîneyê ne jibo falîyetên sîyasî, lê bo armancên rêxistina terorî bi kar tîne.
HDPê do bi serlêdaneke nivîskî ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re dîyar kiribû ku îsal sala hilbijartinê ye û ji dadgehê xwestibû biryara blokekirina hesaban nede.
Li gor qanûnên Tirkîyê bo partîyeke sîyasî ji xezîneyê pere bigre divê di hilbijartinên dawî de bend derbaz kiribe.
Çaverê bû ku HDPê jibo sala 2023an ji xezîneyê 539 mîlyon lîre bigre.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...