B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Dadgeha Qanûna Bingehîn li ser qutkirina alîkariya xezîneyê ya bo Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro dicive.
Serdozgerê Komarî Bekîr Şahîn di derbarê HDP de doza girtinê vekiribû û xwestibû ku hemû alikariyên madî yên bo HDPê bêne qutkirin.
Ger dadgeh daxwaza Şahîn qebûl bike, wê partî ji alikariya xezîneyê, ku di 10 Çileyê de li partiyên sîyasî tê belavkirin, bê par bimîne.
Şahîn di serlêdana xwe ya bo girtina HDPê de îdia kiribû ku HDP alîkariya xezîneyê ne ji bo faliyetên xwe yên sîyasî, bo armancên rêxistina terorî bi kar tîne.
Foto: Wikipedia, SS
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...