Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Danişînên rojnamegerên girtî Dicle Müftüoğlu, Sedat Yılmaz, Abdurrahman Gök, Mehmet Şah Oruç û Fırat Can Arslan dê pêk bên.
Karûbarên wan yên rojnamegerîyê wekî sebeb hatibûn dîtin ku li ser wan doz hatibû vekirin.
Li gorî nuçeya Dicle Fırat Gazeteciler Derneği (DFG)yê danişînên dozên wan dê Cotmeh û Berfanbarê pêk bên.
Ew rojnameger bi "endamtîya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê", "avakirin û birêvebirina rêxistinê" û bi "hedefkrina memuran" hatine sucdarkirin.
Ji bo sucên berbehs bernameyên ku rojnamegeran kirine, axaftinên telefonê yên ligel hevkarên xwe, derketina ji welatî, mayîna wan ya li otelan, şopandina malperên nûçeyan, razandin û nerazandina pereyî bo ser hesabên wan wekî pal û pişt tên dîtin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...