Kindness and Arrogance: Opposing Forces That Shape Human Relations
First, let us examine kindness, which is often perceived as a subtle strength. Kindness is the expression of empathy, understanding,
Di Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Sûc û Cezayê de, fîlma nû ya derhêner Mehmet Alî Konarî ya bi navê "Dema Pelên Gûzan Zer Dibin" premiera xwe ya Tirkiyeyê pêk anîye. Li gorî derhênerî, gelek festîvalên Tirkiyeyê ji ber naveroka polîtîk cih nedane fîlma wî.
Fîlmê beriya 11 mehan li Festîvala Goteborgê premiera cîhanê kiribû û li 10 welatan hatiye nîşandan. Eleqeyeka mezin dîtiye û bi piranî bi Kurdiya Zazakî û Kurmancî hatiye kişandin.
Çîroka fîlmê li ser malbateka Kurd e û bandora şerê 40 salî yê navbera PKK û dewletê li ser jiyana wan vedibêje. Derhêner Konarî dibêje ku armanca wî vegotina hîsên malên Kurdan e.
Derhêner Omer Ferhat Ozmen dibêje ku platformên ku fîlmên Kurdî wergirin gelek kêm in. Ji ber vê yekê, gelek derhênerên Kurd neçar dimînin ku bi Tirkî fîlman çêbikin.
Festîvala 14emîn a Navneteweyî ya Fîlmên Sûc û Cezayê roja 22yê Çirîya paşiyê li Stenbolê dest pê kir. Di festîvalê de 60 fîlm tên nîşandan û tenê yek ji wan bi Kurdî ye.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...