B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selehatîn Demîrtaş ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê straneke ku gotin û awaz aidê wî ye belavkir.
Tifaqa Ked û Azadiyê yekem mitînga xwe ya girseyî li Stenbolê li dar xist.
Hevserok, serokên giştî û berdevkên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê yên 6 partiyan jî di wê mitîngê bûn.
Demîrtaşê ku 6 sal e li girtîgeha Edirneyê girtî ye ji girtîgehê straneke ku dibeje “Em kedkar in” amade kir piştgirî da tifaqê.
Hate gotin ku dengê Demîrtaş yê di stranê de tê bihîstin jî di hevdîtina telefonê ya bi malbata wî re hatiye qeydkirin.
Di 25ê Tebaxa 2022yan de bi serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Ked (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF) hatin gel hev û Tifaka bi navê Ked û Azadiyê avakirin
Partî wekî tifaqa seyem ji bo hilbijartinên serokkomariyê amadekariyan dike.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...