National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Dengbejê Kurd Zifqarê Gulo li Amedê di 85 salîyê xwe da ji ber nexweşîyê koça dawî kiriye.
Hecî Zifqarê Gulo di sala 1938ê da li gundê Bagur a ser bi navçeya Erxanî ya Amedê ji dayîk bûye. Ji ber ku kurê dayîka xwe yê herî zêde jê heskirî bûye, dayîka wî her tim jê re gotîye "Gul û Gula min". Her wiha ew nasnavê Zifqarê Gulo li ser maye. Yekem car di sala 1970ê da şîrketekî çêkirina plakan wî dibe Stenbolê û plakan ji bo wî tomar dike. Demê ku li Tirkîyeyê gotina stranên kurdî qedexe dibe ew jî diçe Almanyayê. Paşê li Kurdistanê plakên wî bi awayekî qaçax dihatin firotandin.
Dengbêj Zifqarê Gulo gelek kaset û albûman derxistiye û piranîya wan jî bi dengbêjîya kurdî ye. Piştî rabûna qedexeya li ser stranên kurdî li Amedê jî albûm û kasetan derxistiye.
Çavkanî : Kurdşop
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...