National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Proseya dengdanê li nûnertiyên derveyê welêt ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê bi dawî bû.
Lêbelê li deriyên sînorî dengdan dê heta 28ê Gulanê seat 17:00an berdewam bike.
Li gorî daneyan li derveyî Tirkîyeyê 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr hene.
Li nûnertiyên derveyî welêt û li deriyên sînorî heta niha milyon û 900 hezar kesan deng dane.
Di tûra duyem a hilbijartinê da rêjeya dengdayîna derve ji tûra yekem bilindtir bûye.
Li Tirkîyeyê tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê dê di 28ê Gulanê da bê lidarxistin.
Berbijêrê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyip Erdogan û berbijêrê Tifaqa Milletî Kemal Kiliçdaroglu dê rikeberiya hev bikin.
Hilbijartina Serokkomarîyê ya tûra yekemîn da:
Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40
Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44,96
Sînan Ogan jî ji sedî 5,2û dengan stendibû.
Lê ji ber ti berbijêr rêjeya 50+1 bi dest nexistibû, hilbijartina serokkomariyê derbasî tûra duyem bûbû.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...