B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Surîyeyê ragihandiye ku 7 mehên ewil yên 2023yan, 83 welatîyên ji Kobanîyê di Deryaya Spî da xeniqînê.
Li gor nûçeya Rûdawê 83 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê di rêya welatên Ewropayê da di deryaya spî da canê xwe ji dast dane.
Wan kesên xwestine bi rêya qecaxî derbasî welatên Ewropayê bibin di keştîya binav bûyî da xeniqîne.
Li gor amarên ku ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyeyê hatiye belavkirin, 11ê vê mehê 11 koçber, ji bajarê Wehranê yê Cezairê derketin ber bi Spanyayê. Di nav wan da, 6 koçberên ji bajarê Kobaniyê hebûn ku pêwendî bi wan re hate birrîn.
Li gorî heman zanyarîyan ji her koçberekî/a ku dixwazin bi rêya deryayê derbasî Ewropayê bibin derdora 15 hezar euro pere tê stendin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...