[vîdeo] 5 pêşkêşkar, 13 bername, 13 kitabên Kurdî: Em çi dixwînin?
Li Botan Timesê li ser kitêbên Kurdî me 13 bername çêkirine. Xecê Daşxin, Seyhan Şaşmaz, Ayşe Kuran Çîçek, Mem û
Hilbijartinên 2023yan yên li Tirkiyeyê ne tenê li welêt her wiha li cîhanê jî rojevaka sereke ye.
Rojnameyên bi nav û deng yên cîhanê di derheqê hilbijartinan da nîvîs û analîzan belav dikin.
Rojnameya The Guardianê ku yek ji rojnameyên navdar ên Ingilîstanê ye di analîza xwe ya li ser hilbijartinan dibêje, ” Îhtîmala windakirina desthilatdarîya AKPyê êdî ne xeyal e."
Di nivîsa bi sernavê "Hilbijartina herî girîng a sala 2023yan:Tirkiye" da nirxandina "Hilbijartina 14'ê Gulanê ji bo ewlekariya Ewropa û Rojhilata Navîn xaleke veguherînê ye" hate kirin.
Malpera nûçeyan a Polîtîco ya Amerîkayê jî bi sernavê, “Hilbijartina herî girîng a 2023yan: Tirkîye" nivîseke weşand.
Di nivîsê da hate gotin ku, “Hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo ewlekarîya Ewropayê û Rojhilata Navînê xaleke veguherînê ye."
Di gotarê da balê kişandine li ser sîyaseta derve ya Tirkîyeyê jî û tê gotin ku, “Ger muxalefet bi ser bikeve wê peymana koçberan a sala 2016an ku bi Yekitîya Ewropayê ra hate îmzekirin dikare ji nû ve bê nirxandin.”
Li Fransayê jî yek ji rojnameyên navdar ên Fransî Le Monde hilbijartinên Tirkîyê girtîye rojeva xwe.
Di analîza ku bi sernavê,"Hilbijartinên Tirkiyeyê: Jokerê Stenbolê Ekrem Îmamoglu" hat weşandin de ev tişt hatin gotin:
“Li gorî anketan Ekrem Îmamoglu tekane kesê ku dikara bi li hemberî Erdogan bi ser bikeve. Lê Îmamoglu ne ji bo xwe ji bo keseke din dixebite."
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...