Di Maria, Kupaya Cîhanê li canê xwe deqand

Share
Di Maria, Kupaya Cîhanê li canê xwe deqand
IMG_E58C5F91E5C8-1

Futbolerê Juventusê Angel Di Maria yê Arjantînî li lingê xwe Kupaya Cîhanê deqand.

Medyaya sporê ya Îtalyayê dibêje ku starê Juventusê Angel Di Maria bi deqa kupayê ya li lingê wî êdî yekî din e.

Di Maria û hevalên wî bi performansa xwe yên futbolî kirin ku Arjantîn piştî 36 salan careke din Kupaya Cîhanê ya FIFAyê rake.

Li turnuvayê, Di Maria yê 34 salî bi 3 gol û 6 asîstan bal kişand ser xwe.

Di dawîya sezonê de dawî li peymana Di Maria û Juventusê tê.

Hin nûçeyên medyaya Tirkîyê îdia dikin ku Galatasaray dixwaze Di Maria transfer bike.

Read more