B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
7 hunermendên ku di pîrozbahiya navçeya Efeler a Aydinê derketibûn ser dikê, piştî pîrozbahiyê hatine desteserkirin.
Li navçeya Efeler a Aydinê bi tevlibûna hezaran kesan Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Hunermendên ku di pîrozbahiyê de derketibûn ser dikê piştî pîrozbahiyê hatine desteserkirin. Li gel hunermend Veysel Ciwan û Serhat Kural, her wiha 5 kesên di orkestrayê de cih digirtin, piştî pîrozbahiyê ji bo ku biçin bajarên xwe çûne otogar û balafirxaneyê û li wir hatine desteserkirin.
Stranên ku hunermendan di pîrozbahiyê de strandine weke hinceta desteserkirinê hatiye nîşandan. Hunermendên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Aydinê.
Li gor agahîyên dawîn Serhat Kural û orkestra bi şertê qedexeya derketina derveyî welêt hatine berdan lê stranbêj Veysel ciwan hatiye girtin.
Serhat Kural di hesabê xwe yê twîtterê de ev agahî piştrast kiriye. aydı
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...