Di Wîkîpedîya Kurdîyê da gotarên soranî gihiştine 50 hezaran

Share
Di Wîkîpedîya Kurdîyê da gotarên soranî gihiştine 50 hezaran
wikîpedîa kurdî

Wîkîpediya Kurdî ensîklopedîyeka azad a bi zimanê kurdî ye.

Wîkîpedîyaya ku bî 3 zaravayên kurdî (kurmancî, zazakî û soranî) gotaran diweşîne, dîyar kirine ku gotarên wan ên bi zaravayê soranî gihiştine 50 hezaran.

Dezgehê resmî yê Wîkîpedîayayê, Wikimedia Foundation, ji ser hesaba xwe ya Twitterê  ji ber zêdebûna hejmara gotarên soranî pîrozbahî li Wîkîpedîyaya Kurdî kirîye.

Zaravayê Soranî li ku tê axaftin?

Soranî yan jî bi gotineka din kurdîya navendî, yek ji zaravayên zimanê kurdî ye. Zimanê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Iraq) ye. Di rastîya xwe da ev navê devokekê bû ku li Silêmanîyê dihat axaftin, lê di pêvajoya dîrokî da navê xwe li hemû devokên zaravayê Soranî kirîye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê axaftin û bikaranîn.

Read more