Adet, tam, deng û rengên bi “Diyarbekirîbûn” e gihayîn hev - Bîra Amedê
Dema ku em behsa jîyana civakî û çandî ya Diyarbekirê dikin, em dikarin pirrengîya bawerî, nasname, û zimanî wek wesfekê
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) cezayê dîsîplînê yê di 2017an da ji ber peyva ‘Kurdistan’ê li sîyasetmedar Osman Baydemîrî hatibû birîn ne rewa dît û Tirkîyeyê mehkûm kir.
Parlementerê berê yê Rihayê û serokê berê yê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, li parlemena Tirkîyeyê peyva “Kurdistanê” bikaranîbû.
Baydemîr ji ber peyva li parlementoyê bilêvkir wê demê cezayê disîplînê lê hatibû birîn û mûçeya wî hatibû kutkirin.
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê serîlêdana Baydemîr nîqaş kir û biryar da ku mafê xwe îfadekirinê yê Baydemîrî hatiyê binpêkirin.
Dadgehê ji Tirkîyeyê daxwaz kir ku 16 hezar û 957 euro tazmînat bide Baydemîrî.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...