Doktora trans Larin Kayataş vegerîyaye ser wezîfeya xwe
Larin Kayataş dema li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Taksîmê ya Stenbolê doktorî dikir, bi îdiaya “exlaqê cemawerîyê têk dibe” ji doktorîyê hatibû îxrackirin.
Kayataşê biryara dadgehê li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kir û tê da dibêje:
“Dadgeha Bilind biryar daye ku 1) Biryara îxrackirina ji doktortîyê ne hiqûqî ye, 2) Tevî faîzê, mehaneya doktorîyê ya 20 mehan li ser hev bê dayîn, 3) Biryar hatiye dan ku ez vegerim ser karê xwe!"
Dr. Kayataşê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek weşandibû û gotibû ku piştî dest bi kar kiriye bi rojekê xebatkareke nexweşxaneyê ji ber “liv û tevgera wê ne li gorî exlaqa cemaweriyê ye” giliyê wê li bal Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CIMER) kiriye. Ji ber vê sedemê piştî tayînbûna wê bi mehekê, sê mehan ji wezîfeyê hatibû dûrxistin.
Kayataşê gotibû ku Midûriyeta Tenduristîyê ya Stenbolê jî lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin û berê cezayê hişyariyê lê birine û paşê jî 13ê Îlonê ew ji kar avêtine.
Doktora trans Larin Kayataşê da zanîn ku dadgehê ew mafdar dîtiye û biryar daye ku li wezîfeya xwe vegere.