Edîtora Bianetê Evrim Kepenek hatiye desteserkirin

Edîtora Bianetê Evrim Kepenek hatiye desteserkirin
kepenek

Edîtora mafên jinan û LGBTI+yan ya  Bianetê Evrim Kepenek hatiye desteserkirin.

Li gor nûçeya Bianetê, polîsên Şaxa Ewlehiyê ya Qereqola Beyoğluyê îro danê nîvroyê bi ser mala Kepenekê ya li Beyoğluya Stenbolê da girtine.

Polîsan diyar kirine ku wan Kepenek di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarî ya Amedê da desteser kirine.

Hat gotin ku Kepenek bi îdiaya ku “wezîfedarê dewletê hedef nîşan daye” desteserkirine.

Ji aliyê din ve vê sibehê Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Fırat Can Arslan li mala xwe ya Enqereyê, Delal Akyüz jî li mala xwe ya Îzmîrê û Sibel Yükler jî li Enqereyê hatibûn desteserkirin.

https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/3-rojnamevan-hatine-desteserkirin-1.html

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.